Galeriya wêneyan

18-09-2017
22 Photos
RÛDAW

Merîwan (Rûdaw) – Bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê weke bajarê cîhanî yê pêlavên resen ên Kurdî yên bi navê Kilaş hat naskirin.

 

Encumena Tomara Cîhanî pêşniyara welatê Îranê bo naskirina bajarê Merîwanê weke bajarê cîhanî yê Kilaşê pesend kir.

 

Nêzîkî 4 hezar kes li Merîwanê mijûlî karê dûrîn û çêkirina pêlavên Kurdî yên bi navê Kilaşê ne.

 

Kilaş pêlaveke taybet bi kultura Kurdî ye û li her du aliyên Herwamanê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tê berhemanîn.