Parlemento û Hikûmet li ser mijara mûçeyan dicive

18-09-2017
RÛDAW
Di civînê de biryar hat dayîn ku li gel Hikûmetê li ser mijara mûçeyan bicivin
Di civînê de biryar hat dayîn ku li gel Hikûmetê li ser mijara mûçeyan bicivin
Nîşan Parlemeto Hikûmet Civîn Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Parlementoya Kurdistanê li gel serokên fraksiyonan û serokên çend lijneyan li ser sîstema paşketina mûçeyan civiyan. Ji bilî Fraksiyona Tevgera Goran, serokên hemû fraksiyonan beşdarî civînê bûn û biryar hat dayîn ku li ser mijara mûçeyan li gel Hikûmetê civînek pêk bînin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand: “Civîna serokên fraksiyonan li gel Cîgira Serokê Parlementoyê û Sekretera Nû ya Parlementoya Kurdistanê bi dawî bû. Biryar hat dayîn ku li ser sîstema paşketina mûçeyan rûniştineke taybet pêk bînin û di rûniştinê de mêvandariya hikûmetê bikin.”

 

Herwiha peyamnêrê me diyar kir: “Di rûniştina Parlementoya Kurdistanê de serokên fraksiyonan biryar dan, li gel Serokatiya Hikûmetê bicivin da ku bernameya karê rûniştinê bi hev re çêbikin.”

 

Seroka Fraksiyona Çaksazî ya Tirkmenî Muna Qehwecî li ser biryarên civînê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di civînê de biryar hat dayîn ku projeyeke hevbeş di navbera Hikûmet û lijneyên peywendîdar de were amadekirin, projeyeke giştgîr ku hemû fraksiyon û hikûmet û Parlementoyê li xwe bigre.”

 

Muna Qehwecî  herwiha aşkere kir: “Biryar e roja çarşemê li gel Serokatiya Hikûmetê em bicivin, piştî civînê jî li lijneya yasayî raportek were amadekirin. Em hewl didin beriya roja şemiyê rûniştina dahatû ya Parlementoyê pêk bînin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir: “Di civîna îro de serokên fraksiyonan li gel Serokatiya Parlementoya Kurdistanê hemû amade bûn, ji bilî Fraksiyona Goranê. Ew fraksiyonên ku di civîna yekem a Parlementoyê de beşdar nebûn û di civîna îro de amade bûn ev in; Fraksiyona Bereya Tirkmenî, Fraksiyona Bizûtneweya Îslamî û Fraksiyona Komela Îslamî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst