Tirkmen Ala Kurdistanê didûrin

18-09-2017
Rêbaz Enwer
Nîşan Hewlêr Giştpirsî Serxwebûn Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piraniya wan alayên ku di rêwresm, çalakî, aheng û karnavalên piştgiriya giştpirsiyê ya Başûrê Kurdistanê de tên amadekirin, berhemên destê diryaran e. Yek ji wan jî diryarekî genc ê 14 salî ye, ku bixwe tirkmen e û gelek ala dirûtine.

 

Roja 25ê Îlonê dê hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê herin ser sindoqan û dengê xwe bi “erê” yan jî “na” bidin vê pirsê: “Gelo tu dixwazî Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe?”

 

Ji bo giştpirsiyê jî kelecana aheng, xwepêşandan û karnavalan berdewam dike. Bi tevê ku hinek partî û aliyên siyasî yên tirkmen û ereb li Kerkûkê giştpirsiyê boykot dikin lê hemû pêkhateyên Kurdistanê piştgirî didin giştpirsiyê.

 

Piraniya partiyên tirkmenî yên li Hewlêrê, berovajiyê tirkmenên Kerkûkê piştgiriyê didin giştpirsiyê. Ew xwe li Kurdistanê weke “neteweya duyemîn” dibînin û di nava komîteya giştpirsiyê de nûnerê wan heye. Bereya Tirkmenî, ku di nava Parlamentoya Kurdistanê de nûnerekî wan heye, li dijî giştpirsiyê ne.

 

Ji ber coş û xiroşa giştpirsiyê ya gelê Kurdistanê, bazara çapkirin û dirûna alayên Kurdistanê jî germ bûye.

 

Mihemed Îsmaîl Xeyat yek ji wan diryaran e, ku li dikana xwe ya biçûk a nav sûka Qeyserî ya Hewlêrê, alên Kurdistanê didûre.   

 

Omer Mihemedê 14 salî, ku li dirûngeha Mihemed Îsmaîl Xeyat kar dike, her roj bi dehan alên Kurdistanê didûre. Omer dibêje, ew pir kêfxweş e ku vî karî dike.

 

Mihemed Îsmaîl Xeyat ji Rûdawê re got: “Gelek daxwaz ji bo Ala Kurdistanê tên. Em her roj 150 heta 200 alayan didûrin.”

 

Xeyat hêvî kir, ku tirkmen jî di bin Ala Kurdistanê de bi wekhevî û azadî bijîn û got: “Hê jî hemû mafên me bicîh nebûne. Em jî dixwazin navê kesayetên tirkmen li kolan û parkan bibînin.”

 

Ji bilî diryar û terziyan, çapxane jî alayan amade dikin. Ehmed Îsmaîl biryarê biçûk ê Mihemed Îsmaîl e û xwedanê çapxaneyekê ye.

 

Ehmed dibêje: “Tenê di nava 3 rojan de me 15 hezar ala dirûtin. Herwiha me 25 hezar tîşortên ku li ser nivîsiye Kurdistan, çap kiriye.”

 

Ehmed bi serbilindî û şanazî dibêje, ku Ala Kurdistanê ya mezin a qebareya 20×50 metre ducar bi dest û tiliyên tirkmenan hatiye dirûtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst