YEKGİRTÛ: Di navbera gel û hikûmetê de zinar avabûye

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Civata Cibicîkar a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ferhad Mele Salih got ku sedema bangawaziya hikûmeta Herêma Kurdistanê, guvaş û nîgeraniya kolanan e.

 

Roja Şemiyê (17-09-2016) Serokatiya Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwaznameyek pêşkeşî aliyên siyasî yên beşdarên hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê kirk u ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina krîzan civîneke berfereh saz bikin.

 

Derbarê vê bangawaziyê de Endamê Civata Cibicîkar a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ferhad Mele Salih ji Rûdawê re axivî û got:

 

“Bi nêrîna min sedema vê bangawaziyê guvaş û nerazîbûna kolên Kurdistanê ye. Di navbera hikûme û gelê kurd de zinareke mezin avabûye. Pêwîste ev zinar jî ji holê bê rakirin. Ji ber vê jî hikûmet naçar maye ku vê bangawaziyê bike.”

 

Ferhad Mele Salih herwiha bi bîrxist ku di dema derbasbûyî de partiya wan hişyariyek pêşkeşî hikûmet û aliyên siyasî kiriye û gotiye, “Eger hikûmet nekare çareseriyan peyda bike, Yekgirtûya Îslamî nikare di nava hikûmetê de bimîne.”

 

Endamê Civata Cibicîkar a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê diyar kir ku heta niha ji bo civîneke berfereh ew bi fermî nehatine vexwendin û eger bên vexwendin dê hingî biryara xwe jî bidin.