Gola Masiyan devereke taybet li Bakurê Kurdistanê

Riha (Rûdaw) - Gola Masiyan li Urfayê di dema betlaneyê de bala gelek geştiyaran kişandiye û li deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tikriyê  geştiyaran serdana wê golê kirine. 


Ev xelk hem ji bo derbaskirina demek xweş û hem ji bo dîtina deverekê hatine ku serbûrek wê ya efsanewî û Olî heye û kes nizane ew tişên têne gotin çend rast in?


Gola Masiyan ku bi yek ji nîşan û nasnameyên Rihatl tê naskirin, akwariyomeke xwezayî ya wî bajarî ye ji ber betlaneya cejnê hejmarek zêde ji welatiyan serdana wê deverê kirine. Lê nabe kes wan masiyan bixwe ji ber ku ew bi masiyên pîroz têne naskirin. 


Wê golê ji bilî bedewiya xwe ya xwezayî, bawermendiyeke olî ji heye ku hin kes dibêjin ew cihê rizgarbûna Pêxember Îbrahîme û niha jî xelk wisa difikire ku ava wê dermane. 


Ji ber wê gelek ji wan kesên serdana wê golê dikin bi hêviya bidestxistina silametiya xwe ji wê avê vedixun.


 Herwiha tê gotin eger tu nan bidî wan masiyan dê daxwaziyên te bicî bên,  ji ber wê kesên ku xwarinê didin wan masiyan di hman demê de hêvî û daxwazêm xwe bi bîrtînin.


Kişandina wêneyên yadigarî ligel birêveberên wê Golê ku cil û bergên serdema Osmaniyan li xwe kirine û amadekirina xwarinên taybet yên Rihayê beşek giring di bernameya wan kesan de digrin ku serdana wê deverê kirine û  dibêjin ew xwezaya bedev westabûn wan a rêkê û tirafîkê nahêle.


Bi dengê mele kesên ku dixwazin serdana mizgeftê bikin lê ji ber ku niha mizgeft di bin nûjenkirinê de ye nikarin biçin nava mizgeftê.   


Wê deverê çendîn serbûrên cuda hene hem jêre dibêjin Xelîl - Elrehman û hem jî Jêre dibêjin gola masiyan.  Ji ber ku dibêjin cihê vê golê ew dever bûye ku Nemrud xwestiye Îbrahîm pêxember têde bişewtînê ji ber wê agir bûye av û darên bo agir hatbûn amadekirin jî bûne masî.


Li rex gola mezin golek din jî heye ku dibêjin bi rondikên “Keça Nemûrd” çêbûye  ku jêre dibêjin Ayn –Elzelîha.