Karayilan hişyarî da: Dibe ku li Kobanê jî bûyerên mîna Şingalê çêbibin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murad Karayilan, li ser rewşa herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê hişyarî da û ragihand, dibe ku DAIŞ li Kobanê jî mîna Şingalê dest bi komkujiyan bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murad Karayilan, diyar kir ku gelê Kobanê li ber devê top û tehdîdên DAIŞê ye ji ber wê jî divê her kes serfer bibe û kî çi ji dest tê bila bike.

Karayilan wiha axivî: “Gelê Kobanê li ber devê topê ye û bi hemûz hêza li ber xwe dide. Lê heta niha ti alîkariyek ji Kobanê re nehatiye şandin. Gelê Bakur alîkarî şand lê alîkariyek bihêz nekir.”

Li gorî Karayilan, eger pêşiya êrişên DAIŞê yên li dijî Kobanê yên ku ji 15ê vê mehê tund bûne, neyê girtin dibe ku bûyerên mîna Şingalê çêbibin. Karayilan rexne li hêzên navdewletî kir ku alîkariya Kobanê nakin.

Wî rayedarê PKKê anî ziman ku ew ne li dijî wê ne ku welatên cîhanê alîkariya hêzên Pêşmerge bikin û wiha got: “Lê me nebihîst ku alîkariya gelê Şingalê yan jî alîkariya berxwedana Şingalê hatibe kirin.”

Murad Karayilan diyar kir ku yek ji sedemên êrişên DAIŞê hevkariya navbera YPG û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ye ji ber ku ev tifaq DAIŞê ditirsîne.

Karayilan destnîşan kir ku bi şerê Kobanê re rengê Tirkiyeyê jî dê eşkere bibe û wiha got:

“Şerê Kobanê dê rûyê rast ê Tirkiyeyê derxe holê. Tê gotin Tirkiye dixwaze herêmek tampon çêbike û firîna balafiran li ser wê herêmê qedexe bike. Herêma tampon tê wateya dagîrkirina Kurdistanê.”