Çîn li Hewlêrê konsulxane vedike

18-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku di nava du mehan de konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedikin.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bang Lin Wezîrê Derve yê Çînê îro bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hate ba hev.

 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, mijare sereke ya hevdîtinê rewşa koçber û penaberên ku ji ber zilma DAIŞê reviyan bû û Wezîrê Derve yê Çîn got, ew lê digerin hevgirtineke çawa bi Herêm Kurdistanê re bikin.

 

Her wiha wezîrê Çînê got, bi armanca ku pêwendiyên navbera Çîn û Hewlêr û Bexdayê xurt bikin, ew dixwazin li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin û bi vê rê li pêş şîrketên Çînî vekin da ku li Herêma Kurdistanê avedanî bikin.

 

Di daxuyaniya de tê ragihandin ku, Serokwezîrê Herêmê Kurdistanê got, “Hêvîdar im ku ev gav encameke xweş bi xwe re bîne.” Barzanî wiha pêde çû:

 

 “Ev gava Çînê pir watedar ku li Kurdistanê û herêmê rewşeke dijwar diqewime. Di dema vebûna vê konsulxaneyê de çi ji destê me were emê bînin cih.

 

Hê berê, ji 5 welatên endamên Konseya Ewlehî yên Neteweyên Yekbûyî DYA, Rûsya, Frensa û Brîtanya konsulxaneya vekiribûn. Bi vebûna konsulxaneya Çînê re li Hewlêrê konsulxaneya hemû endaman temam dibe. Ev yek jî di warê siyaset û dîplomasiyê de pir girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst