Mihemed Hacî Mehmûd: Sosyalîst dê bo dost û neyaran bibe sûrprîz

18-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Sekreterê giştî yê partiya sosyalîst a demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir ku di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Kurdistanê dê “sûrprîz” bikin û dengên zêde bidest bixin.

PSDKê duh (17.09.2013) li bajraê Silêmaniyê mîtîngek bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê saz kir.

Di mîtîngê de sekreterê giştî yê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd jî beşdar bû. Hacî Mehmûd piştî mîtîngê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku li gorî encamên rapirsiyan dengên partiya wî 5 caran zêde bûye.

Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, ji ber wê jî ew gelekî bi xwe bawer in û wiha axivî: “Ez bi piştgermî dibêjim ku partiya sosyalîst dê yek ji wan partiyan be ku di hilbijartinên 21ê îlonê de bo dost û neyaran sûrprîz be.”

Sekreterê PSDKê destnîşan kir ku hejmara şehîdên partiya wî ji hejmara zindiyên hinek partiyan zêdetir û asta xwîna ku wan beriya Raperînê rijandiye ji xûdana hinek partiyan mezintir e ji ber wê jî ew piştrast in ku di 4 salên bê de jî dê bibin beşek ji wan guhertinên ku nexşeya siyasî diguherîne.

PSDK di hilbijartinên 25ê Hezîrana 2009 de karî 2 kursiyan bidest bixe û niha jî li gorî pêşbîniyên sekreterê wê partiyên, hejmara kursiyên wê dê di hilbijartinên îsal de du caran zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst