Li Rihayê kesek di Bendava Ataturkê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî 23 salî di Gola Bendava Ataturk de xeniqî.

Li gundê Çataxê yê Hewagê, îro welatiyê bi navê Omer Faruk Kaya yê 23 salî ji bo avjeniyê ket Gola Bendava Ataturkê û piştî demekê ji ber çavan wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê yên bin avê, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Omer Faruk Kaya bi piştgiriya kesên li cihê bûyerê ji nav avê hat derxistin.

Tîmên tendusristiyê  Omer Faruk Kaya bir Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê.

Tevî midaxleya li nexweşxaneyê Kaya canê xwe ji dest da.

Bi hatina demsala havînê re hejmara kesên di gol, çem û bendavan de dixeniqin zêde bûye.

Li gundê Çataxê yê Hewagê roja 16ê Tebaxa 2024an jî 2 kesên ku temenê wan 31 û 17 bûn di Bendava Ataturk de xeniqîn.