Li Bedlîs û Wanê barana gur: Mal, rê û zevî di bin avê de man

18-08-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Bedlîs Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bedlîs û Wanê, îro barana gur bariya û rê, kolan, cade û mal di bin avê de man.

Li navenda bajarê Bedlîsê ji şeva borî ve barana gur dibare û rê û kolan û cade di bin avê de man.

Ji ber ava li ser rêyan di hatûçûnê de pirsgirêke derdikevin.

Tîmên Şaredariya Bedlîsê ji bo valakirina ava li ser rêyan dixebitin.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî ji ber barana gur hinek mal û zevî di bin avê de man.

Şaredariya Rêya Armûşê ragihand ku li gundên Sixkê, Şefeq, Lamizgirt û Paxazikê ji ber ava gur hinek çeman di ser re avêt.

Di encama barana gur de hinek mal û zevî di bin avê de man.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û yên Şaredariya Rêya Armûşê li taxan dest bi xebatên valakirina avê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst