Li 5 parêzgehan operasyon: Bi hinceta PKKyê 10 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 5 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKyê 10 kes hatin desteserkirin.

Îro tîmên girêdayî Rêveberiya Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê di çarçoveya “eşkerekirina rêxistinên terorê û girtina endamên wan rêxistinan” li parêzgehên Riha, Stenbol, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê gelek navnîşan diyar kirine.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li wan 5 parêzgehan operasyonên hevwext hatine kirin.

Di encama wan operasyonan de 10 kes bi hinceta PKKyê hatine desteserkirin.

Kar û barên yasayî yê wan 10 kesên desteserkirî berdewam dikin.