KCKyê li ser hevdîtinên Tirkiye û Îraqê daxuyanî da!

Hewlêr (Rûdaw) – KCKyê bangî Îraqê kir û got, “Divê Hikumeta Îraqê nebe hevkara polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk.”

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Civîna 4emîn a Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind hat kirin.

Şandeyên Tirkiye û Îraqê beşdarî civînan bûn û meyla wan zêdetir li ser PKK û mijarên “ewlehiyê” bû.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Divê Hikumeta Îraqê nebe hevkara polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk û divê girîngiyê bide têkiliyên dostane yên di berjewendiya gelên Îraqê de.”

KCKyê amaje bi êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî da û wiha got:

“Eşkere ye ku Hikumeta Îraqê di nava xwexapandineke mezin de ye.

Xaka Îraqê qasî bi sedan kîlometreyan e û bi dehan kîlometreyên wê dagir kiriye.

Yê ku erdnîgariya Başûrê Kurdistanê û welatê Îraqê dişewitîne, tam polîtîkayeke qirkirina xwezayê pêk tîne, gel bi zorê ji cihê wî dike, bandorê li jiyana gelê herêmê dike û nasnameyan dipirse û û midaxeleyî her tiştê wê dike, dewleta Tirk a dagirker bi xwe ye.

Yê ku DAIŞ li Mûsilê xwedî kiriye, berê êrişên wê daye Sûriye û Rojavayê jî Erdogan û dewleta AKPyê ye.

Yê ku bêyî erêkirina dewleta Îraqê hêzên leşkerî şandine Başîkayê, bi awayê mayînde li xaka Îraqê bi cih bûye û hîna jî hewl dide hêza xwe zêde bike dewleta Tirk e.

Hikumeta Îraqê vê yekê nabîne yan jî ji vê yekê razî ye û bi temamî bê bandor, pasîv û bê bertek dimîne.

Helbet ev rewş ne li gorî rastiya dewleteke serbixwe-desthilatdar e çimkî desthilatdariya Îraqê bi awayê fermî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û emperyal ve hatiye binpêkirin.

Hikumeta Îraqê vê yekê dibîne û dikare mafên xwe yên hiqûqa navneteweyî binirxîne û li dijî dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe nîşan bide.

Li şûna ku vê yekê bike, hîna li Bexdayê ‘odeya operasyona hevpar a li dijî terorê’ ava dike.”

“Nebin hevkarê van polîtîkayên qirêjî”

KCKyê di dawiya daxuyaniya xwe de got ku Tirkiye polîtîkayên Osmaniyan dişopîne û li pey çû:

“Dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkaya Osmanîtiya nû hewl dide li ser Rojhilata Navîn bi bandor bibe.

Îraq jî di nav de, gelek herêm welatên xwe hîna weke wilayet û eyaletan dibînin û xwedî komplekseke emperyal in.

Em bang li Hikumeta Îraqê dikin ku nebin hevkarê van polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk û divê girîngiyê bide têkîliyên dostane yên bi perspektîveke ku berjewendiyên gelên Îraqê diparêzin.”