Li Mêrdînê otomobîl wergeriya: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê yê parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Şemrezê li nêzîk Çemê Reşanê îro otomobîla ku 7 ciwan tê de bûn ji ber sedemeke nehat zanîn ji rê derket û wergeriya.

Di encama qezayê de Abdullah D. yê 20 salî, Erkan Y. yê 18 salî, Îbrahim D. yê 20 salî, Okan A. yê 21 salî, Eyup M. yê 17 salî, Semanur A. ya 21 salî û Yeşim A. ya 22 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastin sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Şemrezê ya Dewletê.