Li Çewlîgê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîga Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku mezinahiya erdhejê 4,1 pile ye.

Li gorî agahiyên ku AFADê dane, erdhejê îşev demjimêr 21:15an rû daye û kûrahiya wê 7,1 kîlometre bûye.

Derbarê erdhejê de heta niha rewşeke neyînî nehatiye tomarkirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam dikin.