Îstixbarata Tirkiyeyê li Efrînê fermandarekî DAIŞê girt

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn DAIŞ MÎT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî DAIŞê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve hat girtin.

Mafnas û çalakvanê ji Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku MÎTê çekdarê bi navê Hanî Yaqûb El-Ezzawî ku wekî Ebû Yaqûb dihate naskirin, girt.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Ebû Yaqûb xelkê Dêrezorê ye û destê wî di kuştina medyakarekî de hebû ku li bajarê Babê berî salekê hatibû kuştin.

Li gorî heman zanyariyên Şêxo, li gundê Kefer Şîlê yê Efrînê, Ebû Yaqûb fermandarê mefrezeyeke DAIŞê bû, hejmara endamên wê mefrezeyê 5 kes in.

Berê jî Îbrahîm Şêxo û Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriyeyê ragihandibû ku mefrezeyeke DAIŞê, ji 5 endaman, li gundê Kefer Şîlê heye, bi fermandariya Ebû Yaqûb e.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst