Li Qersê ji ber avdaniyê pevçûn derket: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qaxizmanê ya parêzgeha Qersa Bakurê Kurdistanêê du malbatan li ser ava avdêriyê bi çekan pev çûn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gundê Taşbîlekê du malbat ji bo ava avdêriyê bezîn hev û bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de Cezmî, Rufet, Emre û Erhan Guzel birîndar bûn.

Tîmen tebduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qaxizmanê.

Erhan Guzelê ku rewşa wî giran bû, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qers hat kirin.

Derbarê bûyerê du kes hatin desteserkirin.

Ekîbên cendirme li gund tedbîrên ewlehiyê hildan, ketin û derketina gund bi kontrolî tê kirin.