Li Elkê bi çekan êrişî keriyê pez hat kirin: Bi dehan serî pez hatin kuştin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Elkê Êriş Pez Berêderya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gundê Berêderyayê yê navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê, hinek kesên nasnameya wan nediyar bi çekan gule li keriyê pez reşandin.

Di encamê de 32 serî pez telef bûn û 35 serî pez jî birîndar bûn.

Piştî êrişê, Serokê Eşîra Spertiyan Îbrahîm Tayşun bi gelek endamên eşîrê çû cihê bûyerê.

Îbrahîm Tayşun derbarê êrişê xemgîniya xwe nîşan da û got:

“Ji sala 1989an û vir ve em karê sewalkariyê nakin, lewma em her sal zozanên xwe didin koçerên cuda.

Êrişa li dijî ajelên van kesên ku di nava şert û mercên zehmet de debara xwe dikin, nayê qebûlkirin.

Em xemgîn in ji ber vê êrişa hovane ya li ser axa xwe me.

Ev zêdetirî 500 salî ye ev der li ser navê van êşiran hatiye tapokirin.

Niha bûyer derbasî edliyeyê bûye lewma divê em ji şîroveyan dûr bisekinin.

Lê ev êriş ne tenê li keriyê koçeran hatiye kirin, herwiha li xweza, heywan û mirovahiyê jî hatiye kirin.

Ya herî girîng jî êriş li ser aramiya herêmê hatiye kirin.

Ez di wê baweriyê de me ku hemû xelkê herêmê dê li hemberî vê êrişa dijmirovahiyê bisekine.

Em bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de berpirsên vê êrişa hovane ya li dijî ajelan, xweza û mirovahiyê bên darizandin.”

Dîroknas û yek ji pêşengê eşîra Spertiyan Şahîn Sulhan jî ji Rûdawê re got:

“Ev qetlîama ajelan ne êrişeke asayî ye. Êrişeke bi vî rengî ya ku li dijî çand û nirxên herêmê ye, heta niha nehatiye dîtin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, xwediyên ajelan bi ti malbat û eşîrekê re dijminatiya wan nebûye.

Lê belê tê gotin ku ev êriş ji aliyê kesên dixwazin koçeran ji herêmê derxînin û dest danîn ser zozanên ve hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst