Almanya - Konferansa Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanî yên li Diyasporayê bi rê ve çû

Hamminkeln (Rûdaw) - Li bajarê Hamminkelnê yê Alamanyayê konferanseke bi navê “Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanî yên li Diyasporayê” hate lidarxistin.

Ciwanên Kurd ên ji çarnikalên cîhanê li bajarê Hamminkelnê yê Almanyayê di navbera 16-18 Tebaxê de konferansa "Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanî yên li Diyasporayê " saz kir.

Ciwanên ku tevlî konferansê dibin xwenda, çalak, enerjîk û xwedî plan in.

Tîma Diyasporayê ya Rûdawê derbasî salona konferansê bû û ji gelek organîzatorên konferansê plan û armancên konferansê bi amadevanan re şopand.

Amadekarên Konferansa Ciwanên Diyasporayê Rêzan Ebdulahî û Rojda Bakurî bûn mêvanên bernameya Diyasporayê ku ji aliyê Hêmin Ebdullah ve tê pêşkêşkirin.

“Diyasporaya Kurdî roj bi roj mezintir dibe”

Pêşî Rêzan Ebdullahî da zanîn ku ew hewl didin girîngiyeke zêdetir bidin çalakiyên Kurdan li derve û got "Diyasporaya Kurdî roj bi roj mezintir dibe, lewra vêga pir girîngtir bûye."

Rêzan Ebdullahî li ser panelên konferansê biland "Em dê di konferansê de 4 panelên li ser çalakiyên ciwanên Kurd ên li Diyasporayê saz bikin.

Panela torên civakî, Panela Werzişî, Panela Huner û Sînemayê û Panela Wêje û Wergerê, lê em dê bêhtir girîngiyê bidin torên civakî û herwisa kesên şehreza yên Kurdên derve.

Em dê wan bikin platformek da ku Kurd bêtir nêzî hev bibin û hev binasin û armanca mezin a doza Kurd bi zelalî ragihînin û herwisa jê re kar bikin û bînin cih."

“Girîngiya Kurdên diyasporayê ji bo serxwebûnê piştgiriyeke xurt e”

Herwiha Rêzan Ebdullahî diyar kir ku kesayetiyên siyasî yên Kurd ên navdar ên li diyasporayê ji bo konferansê hatine vexwendin çimkî bandora wan pir heye û got:

"Qîmet û girîngiya Kurdên diyasporayê ji bo armanca mezin a serxwebûnê piştgiriyeke xurt e."

"Yek armanca me heye ku ew jî serxwebûna Kurdistanê"

Rojda Yaşika ku ew jî yek ji organîzatorên konferansê ye, got:

"Em cudahiyê naxin navbera Kurdên ti parçeyekî û em wek yek parçe kar dikin.

Yek armanca me heye ku ew jî serxwebûna Kurdistanê li hemû parçeyan e.

Ji bo pêkanîna vê armancê hemû parçeyên Kurdistanê yên li diasporayê dikarin alîkariya hev bikin."

Rojda Yaşikê diyar kir ku armanceke konferansê ya din jî ew e ku dixwazin bi rêya konferansê xizmetguzariya bêtir ji bo Kurdistanê bi rêya diyasporayê dabîn bikin.

Rojda Yaşikê tekez kir ku ew hewl didin li diyasporaya Kurdî serxwebûnê pênase bikin û wiha pê de çû:

"Her tiştê ku Kurd dikin xizmeta welatê wan e û emê jî di konferansê de ji bo vê yekê bixebitin."

Her li Konferansa Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanî yên li Diyasporayê, yek ji beşdaran xatûna Hîvronê bû ku xanimeke hunermend a Kurd a diyasporayê ye û keseke pir navdar e û ji bilî karê hunerê di warê saxlemiyê de jî çalak e.

“Kurdên li derve bêtir bi hev ve girêdayî ne”

Hîvron li Swêdê çêbûye û vêga li Kenedayê karê hunerî dike û bû mêvana Diyasporayê û qala konferansê û karên wê kir û ragihand:

“Kurdên li Swêdê dijîn di gelek waran de serkeftî bûn.

Kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê li derve bêtir bi hev ve girêdayî ne.

Bi giştî Kurdên derve serkeftinên baş bi dest xistine û ez piştrast im ku ev konferans jî dê armancê nêzîktir bike."

“Kurdên li Swêdê di bin bandora zimanên din de ne”

Hîvronê li ser revenda Kurdî ya li Swêdê dibêje "Kurdên li Swêdê di bin bandora zimanên din de ne.

Loma jî hemî nikarin baş fêrî Kurdî bibin lê dema ez çûm Kanadayê fêrbûna zimanê Kurdî li wir ji min re hêsantir bû û ez li wir baş fêrî bûm."

Hîvrona ku niha li Kanadayê dijî, da zanîn ku ew li Kanadayê bi çalakiyên neteweyî re sînordar nebûye û kariye here saziyên medyayê û li gel karê xwe doza miletê xwe bêtir ragihîne û got:

"Di sala 2015an de piştî karesata DAIŞê ya li ser Êzidiyan, min di warê tenduristiyê de alîkariya şêniyên Şingalê kir."

Li ser bihevrekarkirina huner û tenduristiyê jî, Hîvron dibêje "Karê min ê hunerî û çalakiyên min ên tenduristiyê girêdayî hev in û ez bi her duyan kêfxweş im."