Tarik Ziya Ekîncî hemû Kurd li hev civandin

14 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî li Amedê hat veşartin
Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî li Amedê hat veşartin
Nîşan Tarik Ziya Ekîncî Amed Cenaze
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Cenazeyê rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî li ser wesiyeta wî li Amedê hat veşartin.

Di merasima cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî de piraniya partiyên Kurdan, nivîskar û rewşenbîrên Kurdan civiyan.

Li ser zimanê hemû kesan yek gotin hebû, Tarik Ziya Ekîncî hemû temenê xwe di rêya Kurd û Kurdistanê de daye.

Dr. Tarik Ziya Ekîncî ku beriya çend rojan li Stenbolê di 99 saliya xwe de canê xwe ji dest da, di merasima cenazeyê xwe de hemû Kurd li hev civand.

Ji DEM Partiyê heta hemû partiyên Kurdî nûnerên cuda di merasimê de amade bûn.

“Emrê xwe ji bo mafê Kurdan da”

Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:

“Tarik abê mezinê me bû, serokekî Kurdan bû. Emrê xwe ji bo mafê Kurdan da.

Têkoşîneke mezin da. Em niha Tarik abê dişînin cem birayê wî, dişînin cem Yûsif Ekîncî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek şand merasima cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî.

Peyama serokwezîr bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî  Îbrahîm Gurbuz peyama Mesrûr Barzanî xwend:

“Bi xemgînî min nûçeya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar, welatparêz û endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Dr. Tarik Ziya Ekîncî yê naskiriyê Kurd bihîst.

Ez ji malbata Mamoste Ekîncî re sersaxiyê dixwazim. Xwedê ruhê wî li cenetê razî be û silametî û rihetiyê bide her kesî. Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî”

Piştî axaftin û peyaman cenazeyê rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî hat goristanê.

Kesên ku tevlî merasima cenaze bûn, diyar kir ku Ekîncî temamê temenê xwe di oxira azadiya welatê xwe de daye.

“Ji bo gelê Kurd mîraseke dûr û dirêj hiştiye”

Lêkolîner Cuma Çîçek jî wiha behsa Tarik Ziya Ekîncî kir:

 “Bi rastî ji bo gelê Kurd mîraseke dûr û dirêj hiştiye.

Hêvî dikim ev mîras dê bibe ronahiyek ji bo rewşenbîrên Kurdan, ji bo akademiya Kurdan, ji bo aktorên qada sivîl a Kurdan û ji bo siyaseta Kurdan.”

“Ji bo hişyariya Kurdan xebateke baş kir”

Pismamê Tarik Ziya Ekîncî yê bi navê Mehmet Ekîncî jî got:

“Ji bo Kurdan, ji bo hişyariya Kurdan, ji bo xebata Kurdistanê xebateke baş kir û bandoreke baş li ser miletê Kurd kir.

Ez bi xwe siyasetê ji wî hîn bûm. Bandorê li ser min kir.”

Welatî Recep Olçer jî got:

“Wextê di TÎPê de bû min ew nas kir. Însanekî mezin bû. Însanekî Kurd bû, Kurdperwer bû. Ji vî xelkî re xizmeteke baş kir.”

Tarik Ziya Ekîncî beriya ku canê xwe ji dest bide 614 donum erdê xwe ji Weqfa Îsmaîl Beşîkçî re bexşand.

Wî xwest weqif bi van pereyan xizmeta doza Kurd û Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst