KERKÛK – Angaştên li ser Rakan Cibûrî çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûriyê ku hatibû tayînkirin li ser îdiayên di heqê xwe de axivî.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

Di vê civînê de Endamê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê û endamê Koalîsyona Ereban (Siyade) Mihemed Hafiz jî bû Serokê Meclisa Bajêr.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd 13ê Tebaxê mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Rêbiwar Taha îro 14ê Tebaxê li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û dest bi karê xwe kir.

Angaştên li ser Rakan Cibûrî

Piştî van rûdanan li hinek saziyên medyayê û bi taybetî jî li ser torên civakî hat îdiakirin ku dê li Kerkûkê lihevkirineke nû çêbibe.

Li gorî van îdiayan, Rakan Cibûrî dê beşdarî Meclisa Bajêr a Kerkûkê bibe û dê li şûna Mihemed Hafiz bibe Serokê Meclisa Bajêr.

Rakan Cibûrî bersiv da angaştan

Rakan Cibûrî bersiv da van îdiayan û got:

“Ti bingeha rast a van tiştan nîne ku behsa Serokatiya Meclisa Bajêr a Kerkûkê dikin.

Her kes dizane ku em beşdarî wan koalîsyonên niha nabin.”

Rakan Cibûrî her wiha diyar kir ku encex dema li Kerkûkê lihevkirineke nû çêbibe û ew bingeha wê amade bikin dikarin beşdarî bibin.

YNKyê bersiv da

Endama YNKyê ya Meclisa Bajêr a Kerkûkê Perwîn Fatîhê ji Rûdawê diyar kir ku li Kerkûkê pêvajoya diyarkirina parêzgar xelas bûye û got:

“Hemû tişt temam bûye, ti lihevkirinên nû nabin. Tiştên ku tên gotin bê bingeh in.”

Perwîn Fatîhê destnîşan kir ku îro Meclisa Bajêr dicive û Mihemed Hafiz dê li ser postê xwe be.

Divê were gotin ku Rêbiwar Taha bi îmzeye xwe ya ewil Rakan Cibûrî teqawîd kiribû.