Li Amedê agir bi daristanê ket

18-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hêneyê ya parêzgeha Amedê agir bi daristanekê ket û tîm hewla vemirandinê didin.

Li gorî zanyariyan, danê sibehê li taxa Nêribê Axon û Nêribê Yûsifan ên navçeya Hêneyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket.

Ji ber bê agir di demeke kurt de li beşeke zêde ya daristanê belav bû.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên Rêveberiya Daristanên Amedê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

4 otomobîlên agirvemirandinê, 30 karmend û beşeke xelkê navçeyê beşdarî xebatên agirvemirandinê dibin.

Li deverên ku agir bi daristanê ketiye otomobîl tenê dikarin heta cihekî biçin.

Ji hewayê jî helîkopterek beşdarî xebatên agirvemirandinê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst