Li Rihayê av ji sedî 25 biha bû

18-08-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Av
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, vê hefteyê piştî bihayê nan û veguhestinê, av jî biha bû

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Civîna Asayî ya meha tebaxê li dar xist.

Di civînê de biryar hat dayîn ku li parêzgehê bihayê avê ji 1ê Îlonê pê ve ji sedî 25 zêde bibe.

Li Rihayê vê hefteyê nan ji sedî 20 biha bûbû û bihayê nanê 200 gramî bûbû 6 lîre.

Herwiha heqrêya veguhestina nav bajêr jî ji sedî 7,5 lîreyan bûbû 10 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst