MÊRDÎN - Cewrikek bi bista hesinî kuşt, hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê gumanbarê ku cewrikek bi bista hesinî kuşt, hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Qaymeqamiya Qoserê, kesekî bi navê M.T, cewrikekî kûçikan bi bistê kuşt.

Rêveberiya Çandinî û Daristanan, li Serdozgeriya Komarî ya Qoserê li hemberî gumanbar doz vekir.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku gumanbar, bi fermana dozgeriyê hatiye desteserkirin.

Ji aliyê din ve, kêliyên ku gumanbar bi bistê li serê cewrikê veketî dixe û wî dikuje, bi kamerayeke ewlehiyê hatin tomarkirin.