EFRÎN: Polîsan ciwanek bi şkenceyê kuşt

18-08-2023
Nîşan Efrîn Şkence Polîsên Serbazî
A+ A-

Hewlêr (Rûda) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve ciwanek bi şkenceyê kuşt.

Polîsên serbazî, li ciwanekî ku di zindanê de bû şkence kir heta ku wî canê xwe ji dest da.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî hovane şkence li ciwanekî girtî kir.

Şkenceyê heta ku ew ciwan mir ajot

Şkenceyê heta ku wî ciwanî canê xwe ji dest da berdewam kir.

SOHRê herwiha da zanîn ku vî ciwanî beriya rojeke xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe.

SOHRê ragihand ku nobedarên sînor ev ciwan girtiye û ew radestî polîsên serbazî kiriye.

Li aliyê din, li gorî Rêxistina Hevdestiyê ya Kurdî jî grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, di navbera 2022 û 2023yan li Efrînê 633 kes girtine.

Ev kes di zindanan de rûbirûyî şkenceyên hovane bûne.

Di encama van şkenceyên giran de 3 girtiyan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst