Ji binê Gola Wanê milyonek û 200 hezar metrekup herî hat derxistin

Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçoveya projeya paqijkirina Gola Wanê de, ji binê golê milyonek û 200 hezar metrekup herî hat derxistin.

Xebata ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina Gola Wanê dabû destpêkirin didome.

Heta niha ji binê Gola Wanê milyonek û 200 hezar metrekup herî hatiye derxistin.

Tê payîn ku di çarçoveya vê xebatê de 2 milyon û 700 hezar metrekup herî bê derxistin.