Li Êlihê pevçûn: 41 birîndar | Rûdaw.net

Li Êlihê pevçûn: 41 birîndar

18-08-2023
Nîşan Êlih Pevçûn Malbat Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûnekê de 41 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Qubînê şeva borî di navbera ciwanên ku li kafeyekê rûniştibûn de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Bi beşdariya malbat û xizmên ciwanan re, her du aliyan bi dar, kevir û kêran êrîşî hev kir.

Di encama pevçûnê de ji her du aliyan 41 kes birîndar bûn, birînên kesekî ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Hat zanîn ku rewşa birîndarekî ya tenduristiyê xirab e û yê din baş in.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst