Keriyê pez derkete pêşiya qeymeqam, wî şivan ceza kir

18-08-2023
RÛDAW
Nîşan Gogsî Şivan Qeymeqam Meral Daniş Beştaş Muammer Saridogan Keriyê Pez Erzirom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqam û şaredarê qeyûm ê navçeya Gogsiyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ku bi keriyê pez derket pêşiya konvoya wî, şivanê pez bi hezar û 295 lîreyan ceza kir.

Şivanê pez Reîs Karataş, 2ê Tebaxê li Gundê Mele Osman bi keriyê pez çûbû pêşiya konvoya Qeymeqamê Gogsiyê Muammer Saridogan.

Qeymeqamê Saridogan ji ber ku wî "metirsî li ser çûnûhatinê çêkiriye” şivanê pez Reîs Karataş bi hezar û 295 lîreyên Tirkî ceza kir.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî derbarê mijarê de peyamek belav kir û bertek nîşanî qeymeqam da.

"Weleh karê we zehmet e"

Beştaşê wêneyê makbuza wî cezayê ku li şivan hatiye birîn jî belav kir û got:

“Eger hûn qeymeqamek ji awa û nifşê nû yê AKPyê bin û bi ser de jî li ser kursiya qeyûm bin weleh karê we zehmet e!"

Bûyerê 2ê Tebaxê de li taxa Mele Osman a navçeya Gogsîyê rû dabû. 

Qeymeqam û Şaredarê Qeyûm dema bi konvoya otomobîlên xwe ji taxê derbas dibû, keriyê pezê şivanê bi nave Reîs Karataş çûbû pêşiya konvoya wî.

Piştî bûyerê Karataş bi hezar û 295 lîre hatibû cezakirin û agahdarnameyek bi îmzeya Qeymeqam Muammer Saridogan jê re hatibû şandin.

Di wê agahdarnameyê Qeymeqamiyê de hat gotin ”Li taxa Molla Osman hatiye destnîşankirin ku fermanên giştî yên parêzgariyê hatine binpêkirin û keriyê pez li ser rêyê bê xwedî hatiye berdan.

Bi vê jî li ser rêyên bejayî metirsî li ser çûn û hatinê çêbûye û di çarçoveya Yasaya Qebehetan de cezayê îdarî (pere) hatiye dayîn.”

Di beşeke din a wê agahdarnameyê de hatiye diyarkirin ku cezayê pere berê hezar û 971 lîre bû lê hatiye kêmkirin û 971 lîre û 25 quruş.

Herwiha ku şivanê pez bixwaze wî cezayî beş bi beş bide dikare di nava 30 rojaî de serî li Rêveberiya Çandinî û Daristanan ya navçeyê bide.

Eger ji vê biryarê nerazî be jî dikare di 15 rojan de serî li dadgehê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst