Guherîna keşûhewayê bandor li mêş û hingivê Herêma Kurdistanê jî kiriye

18-08-2023
RÛDAW
Guherîna keşûhewayê bandor li mêş û hingivê Herêma Kurdistanê jî kiriye
Guherîna keşûhewayê bandor li mêş û hingivê Herêma Kurdistanê jî kiriye
Nîşan Hingivê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi guherîna keşûhewayê re li Herêma Kurdistanê mêş kêm bûn û berhemê hingiv jî kêmtir.

Mêşên hingiv yek ji zîndewerên herî çalak û kedkar ên cîhanê tên hejmartin.

Guherîna keşûhewayê ku sedema wê ya sereke mirov in, gefa kêmbûnê li ser mêşan çêdike.

Neteweyên Yekbûyiyê got ku livûtevgerên mirovan wiha dikin ku dê di çend salên borî de jinavçûna mêşan herî kêm 100 qatî ji dema xwe ya asayî zêdetir bibe.

"Hişkesaliyê dest pê kir"

Pisporê Kulîlkan Ehmed Hemîn li ser kêmbûna mêşan got:

“Hişkesaliyê dest pê kir, ava binê erdê kêm bûye ku bi vî awayî kulîlk kêm dibin.

Ku kulîlk kêm dibin şîreya wan jî kêm dibe û wê demê mêş jî birçî dimînin.”

Li gorî Bernameya Xorakê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî, roleke sereke ya mêşên hingiv di berhemanîna piraniya xorakên mirovan de heye. 

Mêş tevî zilkêtk û perperokan, alîkar in daku salane bi bihayê 170 milyar dolar dexlûdan bê berhemanîn.

Mêşvan Sakar Hemekerîmê jî li ser mêşan anî ziman:

“Li hinek herêman nebûna helaleyê (şîre) payîzê ji bo mêşan pirsgirêkan çêdike. Ji ber ku payîzê pêwîstiya wan bi kulîlk û helaleyê ye.”

Kêmbûna metirsîdar a mêşên hingiv, gefê li ser berhemê xorak a cîhanê û hevsengiya temam a sîstema jîngehê dike.

Bandorên vê yekê rasterast li ser Herêma Kurdistan û Îraqê dibin ku ya herî berbiçav jî guherîna keşûhewayê ye.

Li Herêma Kurdistanê 700 hezar kewarên mêşan hene. Di her kewarekê de jî 10 şan hene.

Berhemê her şanekê ji wan jî di navbera 2 heta 4 kîlogram de hingiv e.

“Hingivê Kurdistanê pileya yekem bi dest xist”

Serokê Tora Mêşvanên Kurdistanê Arif Şêrwanî got:

“Hingivê Herêma Kurdistanê yek ji hingivên herî baş ê cîhanê ye.

Em sala 2009an li Fransayê beşdarî Kongreya Mêşvanên Cîhanê bûn. Hingivê Kurdistanê pileya yekem a cîhanê bi dest xist.”

Mêş ji bo ku hingivekî baş çêbike her dema ku ji kewarê derdikeve li ser nêzîkî 50 heta 100 kulîlkî digere.

Li aliyê din, ji ber karên mirovan ji sedî 40ê mêşên hingiv ji nav çûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst