EFRÎN - Grûpên çekdar ji her malbatekê 50 dolar bac distînin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya cezakirina grûpa Sultan Silêman Şahê jî binpêkirinên grûpê yên li Efrînê didomin.

Li gorî çavkaniyeke taybet a ku ji Rûdawê re axivî, çekdarên grûpa Sultan Silêman Şahê ku wek Emşat tê naskirin, li navçeya Şiyê wekî bac 50 dolarên Amerîkî ji welatiyên ku alîkariyan werdigirin distînin.

Grûpa çekdar herwiha hezar û 500 dolarî jî ji kesên di van demên dawiyê de vegeriyane malên xwe distîne.

Liste ketiye destên wan

Heman çavkaniyê da zanîn ku fermandarên Emşatê lîsteya alîkariyên ku li welatiyan tên belavkirin bi dest xistiye.

Ev ermandarên Emşatê li gorî lîsteyê ji her malbatekê 50 dolarî distînin.

Herwiha kesên bacê nedin jî bi danûstandina bi Rêveberiya Xweser re tên tawanbarkirin û girtin.

Heman grûpa çekdar li ser malbatên Efrînî yên ku di van demên dawiyê de vegeriyane malên xwe biryarek derxistiye.

Li gorî vê biryara wan divê her malbat hezar û 500 dolarî bide.

Li navçeya Mabetayê jî ciwanê bi navê Hesen Qaziqlî Bekir ê ku ev nêzîkî mehekê ye hatibû girtin.

Hesen Qaziqlî Bekir piştre hat berdan lê beriya niha bi çend rojan careke din hate revandin bi hezar dolarî careke din hat berdan.