Li Meletiyê welatî bi çavên girî li teqandina malên xwe temaşe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Meletiyê avahiyên ku di erdhejên 6ê sibatê de zerareke zêde dîtiye bi teqemeniyan tên hilweşandin.

Welatiyên ku bi ked û zehmeta salan ew xanî ji xwe re kirîbûn, bi çavên girî li kêliyên teqandina xanî û malên xwe temaşe kir.

Erdhejên 6ê sibatê li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê zerareke zêde ya canî û malî li pey xwe hişt.

Li Meletiyê piştî erdhejê biryara hilweşandina 35 hezar avahiyan hatiye dayîn.

Beşeke avahiyan zêde bilind in û bi makîneyan nayên hilweşandin.

Ji ber wê jî li gor biryareke nû avahiyên ji 7 qatan bilindtir bi rêya teqemeniyan tên hilweşandin.

Hezar û 400 ji wan avahiyên ku zerareke zêde dîtiye ji 7 qatan bilindtir in û hemû dê bi teqemeniyan bên hilweşandin.

Tîm rojane bi teqemeniyan hejmarek avahî hildiweşînin

Li taxa Bostanbaşiyê ya navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê 2 avahiyên 12 qatî bi 320 kîlo teqemenî hatin hilweşandin.

Ew her du avahî di sala 2018an de hatibûn lêkirin.

Welatiyên ku bi ked û zehmeta salan di wan avahiyan de ji xwe re xanî kirîbûn bi çavên girî li kêliyên teqandina avahiyan temaşe kirin.

Li gorî karmendên kompanyaya hilweşandina avahiyan, dê li Meletiyê pêvajoya hilweşandina hezar û 400 avahiyên ji 7 qatan bilindtir di 10 mehan de temam bibe.

Di erdhehên 6ê sibata îsal de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest da û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn.

Erdhejê bi giştî li wan parêzgehan bandor li derdora 14 milyon kesan kir.

Herwiha li gorî Bernameya Geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî 1,5 milyon kes ji wan bê mal û hal mane.