Evîn Cuma: Êrîşên Tirkiyê dibe sedema koçberbûna xelkê

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê heftiyê de, li gorî rojên berî wê, êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê bêhtir bûne. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê, ji Rûdawê re ragihand ku, ev rewş bûye sedema koçberbûnê.

Di vê heftiyê de, berawird bi rojên berî wê, êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê bêhtir bûne, bi awayekî ku piraniya wan navçeyan, bi bombebarana dronana an bi topbarankirina ji dûr, hatine armanckirin û hêj ew rewşa metirsîdar berdewam e.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê, Evîn Cuma, ji Rûdawê re ragihand ku, ev rewşa metirsîdar bandoreke nerênî li ser jiyana welatiyên sivîl dike û dibe sedema koçberbûnê, û daxwaza rêgirîkirinê li ber van êrîşan kir.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê-Qamişlo Evîn Cuma got: “Li seranserî sînor û gundên derdorê Tirkiyê êrîşên xwe zêde kirine, di wê encamê de jî, gelek sivîlan jiyana xwe jidest daye. Êrîşên wan jî bi topavêjan in û bi hawinan in, û bi drona in. Ew ne tenê xalên serbazî dikine armanc, lê belê kesên sivîl jî û xalên leşkerî jî bi hev re têne armanckirin.”

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Kobaniyê, Yaşar Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku, ew ligel wê yekê ne, rewş bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û Civaka Navdewletî rêgiriyê li ber wan êrîşan bike, heriwiha diyar kir ku bandora nerênî û ziyana van êrîşan li ser welatiyên sivîl heye.

Endamê Nivîsgeha Cîbicîkar a Tevgera Çaksaziyê ya Kurdî û serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Kobaniyê Yaşar Ehmed Nûh dibêje: “Em pê re ne tişê ku heye bi awayekî siyasî bê çareserkirin, em pê re ne ku ev dewletên zilhêz li herêmên me bi rola xwe rabin, bikaribin parastina sivîlan bikin û rê li pêş êrîşên heremekî li ser herêmên Kurdî bigirin, mixabin heta niha ew bi rola xwe ranebûne, çi Rûsya be çi jî Amerîka be, sernanserê herêmên Kurdî, ji Kobaniyê heta Dêrikê têne armanckirin, êdî ziyan digihêje xelkên sivîl.”

Ji aliyê xwe ve jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD),  daxwazê ji hêzên niştimanî û navdewletî dike ku helwestekê li dijî wan êrîşên Tirkiyê nîşan bidin û rêgiriyê li ber bikin.

Herwiha dibînin ku berdewamiya van êrîşan dibe sedema nebûna aramî û seqamgîriyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê.