Parêzgarê Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkan soz da şanda ENKSê

18-08-2022
RÛDAW
Civîna şanda ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw re, roja Çarşembê 17ê Tebaxa 2022. Wêne: Parêzgariya Hewlêrê
Civîna şanda ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw re, roja Çarşembê 17ê Tebaxa 2022. Wêne: Parêzgariya Hewlêrê
Nîşan ENKS Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Dr. Kawa Azîzî ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê roja Çarşembê serdana Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kir.

Di civînê de gelek mijarên têkildarî rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, bi taybet xwandina zarokên koçberan, komkirina zibil ji nav kampan û dabînkirina xizmetguzariyan bo kampên koçberan hatin gotûbêjkirin.

Parêzgarê Hewlêrê di hevdîtinê de soz da ku ew dê wan pirsgirêkan çareser bikin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Omêd Xoşnaw di civînê de ji şanda ENKSê re got, “Ya di şiyana me de be ji bo xizmetkirina penaberan û bi taybet penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li sînorê parêzgeha Hewlêrê, em dê bikin. Em nahêlin ti pirsgirêkeke wan hebe, piştrast bin ya di desthilata me de be, em xwe jê nadin alî.”

Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê, Dr. Kawa Azîzî derbarê serdana şanda ENKSê û hevdîtina bi parêzgarê Hewlêrê re ji Rudawê re ragihand, ku babeta rakirina zibil û gilêş di nava kampan de hate çareserkirin, dê kamp ji gemarê werin paqijkirin.

Kawa Azîzî herwiha diyar kir, wan bi parêzgarê Hewlêrê re behsa pirsgirêka hejmarek zarokên koçberên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku ti belgeyên wan nînin û ji ber wê yekê nikarin bixwînin.

Azîzî got,  ew zarokên ku ji ber tunebûna belgeyan nikarin bixwînin, bila serdana ofîsa ENKSê bikin, dê ew pirsgirêk çareser bibe.

Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, hejmarek kesên ji Rojavayê Kurdistanê dema karta wan a nîştecîbûnê (îqame) temam bûye û cezayeke zêde ya darayî ketiye ser wan û soz da ku ew dê ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê jî bixebitin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst