Li Rihayê du ciwan di kanala avê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du ciwanên ku ketibûn kanala avê, xeniqîn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, du ciwanên bi navên A.A (16 salî) û S.A (15 salî), ji bo xwe hênik bikin ketine kanala avê ya nêzîkê Taxa Aksarniç.

Piştî demekê herdu ciwan ji ber çavan wenda bûne û xelkên derdorê hêzên polîs û tendirûstiyê agahdar kirine.

Li ser agahdarkirinê Rêveberiya Ewlekariyê ya Bajêr, tîmên berevaniya şaristanî û tendirûstiyê şandine cihê bûyerê û piştî lêgerînê tîmên navborî termû herdu ciwanan dîtine.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, termê herdu ciwanan bo Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatine veguhestin.