Xebata Tifaqa Kurdistanî: Armancgirtina qadên sivîl tawaneke mezin e

Hewlêr (Rûdaw) - Xebata Tifaqa Kurdistanî ya li Bakurê Kurdistanê derbarê êrişa li dijî binkeya tenduristiyê li Şingalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Di rewşa şer de armanc girtina qadên xelkên sivîl û nexweşxaneyan hatiye qedexekirin û herwiha tawaneke mezin e.”

Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî pêk tê, bi daxuyaniyekê êrişa li dijî binkeya tenduristiyê li Şingalê şermezar kir û ragihand: “Îro firokeyên şer a Tirkiyê li Şingalê êrîş li ser Nexweşxaneyek pêk anî. Ji piraniya wan xelkên sivîlên ku nexweşên coronayêne têne dermankirin mirî û birîndar hene. Bi tûndî êrîşê şermezar dikin û birîndaran re saxî û silametiyê dixwazin.”

Xebata Tifaqa Kurdistanî dibêje: “Li gor qanûn û peymanên navnetewî, di rewşa şer de jî armanc girtina qadên xelkên sivîl û nexweşxaneyan hatiye qedexekirin û herwiha tawaneke mezin e. Em li hemberê ev êrîşî banga helwestgirtinê û şermezarkirinê, ewilî ji Yekîtiya Netewan û ji raya giştî ya navnetewî dikin. Ev êrîş rasterast û vekirî destdirêjiya serweriya rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Em banga Hikumeta Kurdistanê bi şermezarkirina vê êrîşê dikin. Em banga Hikumeta Tirkiyê dikin; rêz li daxwaza xelkên Şingalê û barîdoxa Kurdistanê bigrin.”

Xebata Tifaqa Kurdistanî amaje bi wê kiriye ew êriş bêyî agahiya hikûmeta Iraqê nebûye û dibêje: “Doh berî çend saet ji serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Şingalê, ji aliyên firokeyên şer ên Tirkan bordumankirina qada bajêr, û îro jî nexweşxaneya wê dide xuyakirin ku bê agahiya Hikumeta Iraq a Fedaral nehatiye kirin. Hikumeta Kazimî weke ew polîtikayên xwe yên erebkirina Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê, bi awayeke cuda ligel hevkariya hikûmeta Tirkiyê li Şingalê jî dişopîne. Em banga Hikumeta Iraq a Federal dikin, helwestek li dijî ev êrîşên serpêçiya/destdirêjiya qada asîmaniya xwe  bigrin. Bi honana dîwaran li dorberên Tirkiyê jî, vekirî xuya dibe ku li hundir û li derve polîtîkayên li ser nemana destkeftinên miletê Kurd çareseriyê nahêne. Ji bo danîna pireya peywendî û aştiyê ligel Rojhilata Navîn, em banga naskirina rasterast û fermî bi destkeftinên aliyên/parçeyên Kurdistanê ji hikûmeta AKP û dewleta Tirkiyê dikin.”

Ew tifa herwiha banga raya giştî ya nanetewî dike û dibêje: “Em banga raya giştî ya navnetewî û milletê xwe dikin; alîkariya xelkê Şingalê ‘ku hewla pêçandina birîna xwe ya ji aliyê Daeşê ve bi qirkirina Kurdê me yên Êzîdî pêk hatiye dike’ bikin. Em banga artiyên xwe yên siyasî a Kurd dikin; bûyerên ku li Efxanîstanê dibin li ber çav bigrin û baldara pêşveçûnên li rêveberiya Herêma Kurdistan û Rojavaya xweser bibin û bi tifaqa netewî li hemberê rengê sînaryoyan amadebûyîbin.”