Rêxistinên rojnamevanî êrîşa li dijî tîma Rûdawê şermezar kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Parastina Rojnamevanan (JSC) û Rêxistina Çapemenî û Azadiya Derbirînê Jasana êrişa li dijî tîma Rûdawê şermezar kirin.
Piştî êrişa esmanî ya Tirkiyê li ser nexweşxaneyekê li gundê Siknê li başûrê qezaya Şingalê, li parêzgeha Neynewa ya Iraqê, roja Sêşemê 17ê Tebaxa 2021 de, tîma Tora Medyayî ya Rûdawê rastî êrişa endamên YBŞê hat.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (JSC) di derbarê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û destnîşan kir ku pêwîst e dawî bêcezakirina sûcên li dijî rojnamevana bê û cezayên guncan li ser êrîşkaran were birîn û wiha dibêje “Em êrîşa duh ya li Şingalê li dijî nûçegihanê Rûdawê Tehsîn Qasim û kameraman Elî Hemas bi tundî şermezar dikin.”
JSC bang li rayedarên pêwendîdar kir ku tavilê û bi zelalî sûcên li dijî Tehsîn Qasim û kameramanê wî Elî Hemas lêkolîn bikin û ji bo ku sûcên li dijî rojnamevana bê ceza nemînin cezayên pêwîst bên sepadin.
Em careke din dubare dikin ku divê rojnamevan û endamên çapemeniyê bên parastin. Di heyama hesas a ku Iraq tê re derbas dibe, divê rêz li erk, kar û çavkaniyên gihîştina agahdariya rojnamevanan bê girtin.
Azadiya weşangeriya pîroz, azadiya raman û derbirînê û parastina mafê welatiyan ku bûyeran ji çavkaniyên xwe bişopînin bi peymanên navneteweyî têne garantî kirin. Ev bi taybetî di Benda 19 -an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de eşkere dibe. Herwiha ji bo rojnamevanên birîndar jî em bang dikin ku xizmetên tenduristiyê yên pêwîst bên peydekirin.”
Janasa jî êrişê şermezar kir
Rêxistina Çapemenî û Azadiya Derbirînê Jasana êrişa li dijî tîma Rûdawê şermezar kir.
Jansa di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got
“Em wek Rêxistina Çapemenî û Azadiya Derbirînê Jasana êrişê şermezar dikin û em wekî sûcê li dijî mafên rojnamegeran bi nav dikin. Em dixwazin berpirsiyarên saziyên medyayê li ser rewşa neasayî ya li Şingalê hişyar bikin, ji ber ku em dibînin ku ji bo pratîka rojnamegeriyê li wê herêmê pêvajoyek xwezayî tune. Hebûna hejmareke zêde ya milîsên çekdar karê rojnamegeriyê hîn girantir kiriye. Rojnamevan Tehsîn Qasim berê ji aliyê Heşda Şebî ve hatibû desteserkirin. Ji ber vê sedemê, ev girîngiyek jiyanî ye ku rojnamevan li van herêmên ku rewşek awarte lê heye bi rengek plansazkirî bixebitin û ji bo ewlehiya wan ewlehî were girtin.”
Li aliyê din Rêxistina parastina mafê rojnamevanan Navenda Metroyê êrişa li dijî tîma Rûdawê ya li Şingalê ji aliyê şervanên Yekîneyên Berevaniya Şingalê (YBŞ) ve şermezar kir.
Navenda Metroyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser tîma Rûdawê li Şingalê şermezar kir ku tê de Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Şingal birîndar bû.
Navenda Metro dibêje: “Em daxwazê ji desthilatdariya li navçeyê dikin ku rêzê li karê tîmên ragihandinê bigirin û rê li ber karê wan negire û em hêvî dikin ku lêpirsînê derbarê vê êrişa tirsonek de bidin destpêkirin.
Di daxuyaniyê de Navenda Metroyê herwiha dibêje: “ Em bang li hemû rayedarên îdareyê yên li wan deveran dike ku ji tîmên ragihandine re hêsankariyê bikin da ku ziyanên ji ber êriş û operasyonên artêşa Tirkiyê yên li hemberî sivîlan bo raya giştî veguhezin.”
Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) îro di dema ku tîma Rûdawê dixwest rûmala bombebarankirina binkeya tenduristiyê li Şingalê bike êrîşê tîmê kir û Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim birîndar kirin.
Şervanên YBŞê herwia dest danîn ser otomobîl, kamera û kelûpelên tîma Rûdawê.
Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê
YBŞ li Şingalê êrişî tîma Rûdawê dike
Piştî êrişa esmanî ya Tirkiyê li ser nexweşxaneyekê li gundê Siknê li başûrê qezaya Şingalê, li parêzgeha Neynewa ya Iraqê, di demijmêr 15:30 roja Sêşemê 17ê Tebaxa 2021 de, Tora Medyayî ya Rûdawê bi mebesta rûmalkirina bûyerê tîmek şande nêzîkî cihê êrîşê.
Piştî derbasbûna 30 xûlekan, di demekê de ku peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim û kamêraman Elî Hemas, mijûlî rûmalkirina bûyerê bûn, du şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê, bi fermana Dayê Şemê, Endama Encûmena Xweser a Demokratîk a Şingalê, bi mebesta kuştina wan, êrişî ser tîma Rûdawê kirin.
Dayê Şemê, ku ji hoza Qîraniyan e, li gorî gotina peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim, ferman daye du çekdarên YBŞê ku êrişî tîma Rûdawê bikin, herweha bi destên xwe kamêra û mayka Rûdawê şikandine û ferman daye otombîla Tehsîn Qasim bişkînin.
Herweha xwestine ku bi demançeyê peyamnêrê Rûdaw bikujin, lê çend kesan berevanî li tîma Rûdawê kirine û gotine, ku ew Êzdî ne, çawa hûnê wan bikujin, bi vî awayî wî xelkê peyamnêr û kamêramanê Rûdaw rizgar kirine.
Di êrişa alîgirên YBŞê de, bi keviran serî, ling û pişta Tehsîn Qasim bi dijwarî hatine birîndarkirin û xwîn jê tê. Tehsîn Qasim niha li Nexweşxaneya Giştî ya Şingalê tê dermankirin. Kamêramanê Rûdawê, Elî Hemas jî bi heman awayî ketiye ber êrişa bi keviran, û pişta wî bi sivikî birîndar bûye, û heta niha jî hinek alîgirên YBŞê gefan li peyamnêrê Rûdaw dikin.
Elî Hemas dibêje, ku endamên YBŞê dest danîne ser pereyên nav berîkên wan û nasname, û salaneya otombêla wî û Tehsîn Qasim û birine, hevdem dest bi ser Laptop û amûra weşana zindî û sê Hard Drive de girtine, ziyan gihandine otomobîla wî jî.
Bi gotina kamêramanê Tora Medyayî ya Rûdaw, piştî rizgarkirina wan ji destê çekdarên YBŞê, du çekdar li gel tîma Rûdawê bûne heta ku gihiştine Nexweşxaneya Giştî ya Şingalê.
YBŞe take hêza çekdar e li wê navçeyê, ku êrişî tîma Rûdaw hatiye kirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vê êrişê şermezar dike, û wê wek êrişa li ser jiyana herdu hevkarên Rûdawê, Tehsîn Qasim û Elî Hemas dihesibîne, di heman demê de rêgirtin e li ber karê medyayî ye bi zora çekê.
Tora Medyayî ya Rûdawê xwedan rêpêdana karkirinê ye li hemû Iraqê, li gor rêpêdana Desteya Ragihandin û Gihandina Iraqê kar dike, herweha YBŞ jî beşeke ji hêzên Heşda Şeibî, ji ber wê yekê jî em daxwazê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê û Fermandarê Heşda Şeibî û Desteya Ragihandin û Gihandinê ya Iraqê dikin, ku demildest erkê xwe pêk bînin, bi girtin û dadgehîkirina êrişkaran li gorî yasayê, û silametiya karê tîmên Rûdawê li wê navçeyê dabîn bikin.