ROJAVA - Li herêma Cizîrê 17,000 leşkerên Sûriyê hene

18-08-2020
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rojava Herêma Cizîre Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevahiya hêzên hikûmeta Sûriyê û alîgirên wê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku hemû navçeyên Parêzgeha Hesekê li xwe digire bi 17 hezar kesî tê texmînkirin.

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê gelek hêz hene, ji wan jî Hêzên Sûriya Demokratîk ku Yekîneyên Parastina Gel YPG beşek mezin ji wê hêzê ne.

Herwiha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hene ku piraniya wan hêzên Amerîkayê ne, û hêzên Rûsî jî li herêmê hene.

Li aliyekî din her li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê, li nêzîkî navçeya Til Temir û Rêya M-4 ya Navdewletî, hêzên Tirkiyê û gurûpên çekdar yên opozsiyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve hene.

Di heman demê de û li heman navçeyan û li Kobanî hejmarek ji hêzên Hikûmeta Sûriyê û alîgirên wê hene.

Tevahiya hêzên hikûmeta Sûriyê û alîgirên wê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku hemû navçeyên Parêzgeha Hesekê li xwe digire bi 17 hezar kesî tê texmînkirin.

Ji wan, li tevaya Cizîrê, bi taybetî li Hesekê û Qamişlo û gundewarên herdu bajaran, 15 hezar leşkerên Artêşa Sûriyê hene.

Di nav de serbaz, Hêzên Istixbaratan, Hêzên Ewlehiyê û Polîs jî hene.

Li kêleka wan hêzên fermî, hêzên nefermî yên alîgirên hikûmetê jî hene, ew jî Hêzên Berevaniya Niştimanî ne.

Li gel wan jî hêzên alîgirên Istixbarata Leşkerî û Istixbarata Esmanî û alîgirên Hêzên Ewlehiyê, ku hejmara wan hêzên alîgir, bi nêzîkî 2 Hezar kesî tê texmînkirin.

Ew hêz li çend xal û navçeyan bicih dibin:

Li Hesekê, li çargoşeya ewlehî ya Hesekê, li Fewca Kewkeb a 123 û 121, li navçeya Kewkeb li Hesekê heta gundewarên başûrê Til Birakê, herwiha hejmarek ji hêzên Sûriyê li nêzîkî Rêya M-4 ya Navdewletî li navçeya Til Temir hene.

Li Qamişlo jî, li çargoşeya ewlehî Qamişlo, li Fewca 151 li Qamişlo, li rêbendên gundewarê Qamişlo ji Taxa Tey heta gundê Xirbe Xezal, li gundewarê Til Hemîs, ji Dewwara Zorê li Qamişlo heta gundewarê bakurê gundê Til Birak û Til Zeheb li başûrê Qamişlo.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dibistanek li Bedlîsê / Wêne: AA

Li 14 parêzgehan dibistan hatin girtin

Li 14 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê îro dibistan hatin girtin.