Çiyager ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê hilkişiyan çiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê 4 çiyagerên Klûba Werzîşê Sirûştî ji bo balê bikişînin ser Behra Wanê ku gola herî mezin a Bakurê Kurdistanê ye, hilkişiyan Çiyayê Kurtikê ku 2 hezar û 800 metre bilind e.

 

Tîma çiyageran a ku ji 4 kesan pêk tê û Omer Demez ê serokê Klûba Werzîşê Sirûştî jî di nav de bû ji bo balê bikişînin ser Behra Wanê hilkişiyan Çiyayê Kurtikê.

 

Omer Demez destnîşan kir ku îsal li 5 bajaran 25 caran hilkişiyane çiyê û got ku ew dixwazin balê bikişînin ser Behra Wanê.

 

Demez diyar kir divê Behra Wanê bê parastin û wiha pê de çû: "Divê qanûna parastina Behra Wanê bê derxistin. Lewra wek mayîn mirov nikare biparêze. Em careke din ji vir bang dikin ku em sirûştê bi hev re biparêzin. Divê parastina sirûştê wezîfeya me ya sereke be. Ji xeynî însanan tu kes zirarê nade sirûştê."

 

Demez destnîşan kir divê li herêmê geştyarî ya sirûştî pêşve here û got: "Em bi wêneyên ku dikişînin kordînatên meş û hilkişînê eşkere dikin. Ev xebat dê sûdê bide geştyariya sirûştî."

 

Çiyager Fatîh Çungu jî destnîşan kir bi pankartên ku li serên çiyê vedikin dixwazin balê bikişînin ser Behra Wanê û got ku ew hêvî dikin ku di armanca xwe de bi ser bikevin.