Nexweşxaneya Kobanî bê cudahî hemû şervanan derman dike

Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşxaneya Leşkerî ya Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye bi navê şervana YPJê Şehîd Zozan tê naskirin. Ligel ku nexweşxane rojane xizmeta birîndarên şer dike, lê hê jî pêdiviya nexweşxaneyê bi gelek amûr û dermanan heye.

 

Pizîşk Şevger Elî dibêje: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê alîkariya lojistîkî û mirovî dide van şervanên dêrîn, bi saya xwdê dê gelek amûr ji me re werin, daku şervan neçar nebin û neçin nexweşxaneyên din yan welatên din bo dermankirinê."

 

Nexweşxaneya Leşkerî ya Kobanî hemû şervanan derman dike, ti cudahiyê naxe navbera şervanên HSD, YPG, YPJ yan jî Asayişê.

 

Pizîşk Dêrsim Xebat jî dide xuyakirin: “Tîma pizîşkî ya nexweşxaneyê xizmetên bihewarveçûnê di çarçoveya şiyanên berdest de pêşkêşî hemû şervanan dike, pêdiviya nexweşxaneyê bi amûrên pizîşkî heye, em şervanên dêrîn derman dikin, çi HSD,YPG, YPJ yan jî Asayîş bin."

 

Şervanê birîndar ê bi navê Berxwedan Qadir jî dibêje: “Ez li çeperê şer bûm, niha ez li Nexweşxaneya Leşkerî ya Kobanî me, pizîşk gelekî li me miqatene, em li vê derê hest bi kêfxweşiyê dikin."

 

Payîza 2014ê Kobanî rûbirûyî êrîşa DAIŞê bû, nêzîkî 5 mehan şerekî giran û dijwar li nav bajar di navbera çekdarên DAIŞê û Şervanên YPG-YPJ û Pêşmergeyên Kurdistanê de qewimî.

 

25ê çileya 2015ê bi piştîvaniya Amerîkayê şervanên YPG-YPJ û Pêşmergeyên Kurdistanê çekdarên DAIŞ şikandin û Kobanî rizgar kirin.