Goran, Yekgirtû, Hevpeymanî û Komel li Bexdayê dibin hevpeyman

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê, Komela Îslamî ya Kurdistanê ku çar partiyên ji encamên hilbijartinan nerazî ne, ji bo çûna bo Bexdayê hevpeymaniyek pêk tînin.

 

Parlementerê Fraksiyona Goranê Bêstûn Fayeq ji Rûdawê re ragihand ku Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê "hevpeymaniyeke me ya neragihandî heye, em her çar partî, projeya me ya ji bo çawa serederîkirina li gel hikûmeta Iraqê heye. Em dê ji bo pêkanîna hikûmeta nû jî serdana Bexdayê bikin".

 

Bêstûn Fayeq red dike ku ew çar partî li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) biçin Bexdayê û dibêje: “Dibe ku piştî cejnê, em beriya PDK û YNK, yan ew piştî me serdana Bexdayê bikin.”

 

Li ser hevahengiya navbera wan çar partiyan ji bo bangeşeya hilbijartinan, yan pêkanîna hevpeymaniyekê piştî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, Bêstûn Fayeq diyar kir: “Ev çar partî di her tiştî de hevhelwest in û bi hev re ne, niha hevpeymaniyek heye, lê nehatiye ragihandin.”