PSDK: Bila hikûmet hilweşe û hilbijartinên pêşwext were kirin

Silêmanî (Rûdaw) -  Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd ragihand: Civînên 5 alî mala millet wêran kir bû em gihandin rojek wek îro.

 

Sekerterê PSDKê, Mihemed Hecî Hehmûd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ew her ji destpêkê ve li dijî civînên 5 alî yên di navbera partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Goran, Yekgirtû û Komel de bûn.”

 

Mihemed Hecî Mehmûd got: “Jibîrkirina partiyên din û civînên 5 alî mala gel wêran kir û em gihandin rojek wek niha.”

 

Hecî Mehmûd herwiha da xuyakirin, ew di vê baweriyê de ye ku civînên 5 alî arîşeyên Herêma Kurdistanê çareser nakin. Hecî Mehmûd got: “Civînên 5 alî pirsgirêkan çareser nakin, belku giriftan zêdetir dikin.”

 

Derbarê civîn û lihevkirina siyasî ya navbera aliyên siyasî de, Mihemed Hecî Mehmûd da xuyakirin: “Hemû alî behsa lihevhatinê dikin, lê belê nagihîjin lihevhatinê jî.”

 

Mihemed Hecî Mehmûd ragihand: “Ji ber ku aliyên siyasî nagihjin lihevhatinê, baştirîn bijarde bo vê rewşa niha hilbijartinên pêşwext û hilweşandina hikûmetê ye. Pêwîst e me heta hilbijartina dahatî hikûmetek veguhastî hebe.”