Li gundê Koço yê Şingalê ji 1700 kesî tenê 180 rizgar bûne

18-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Li gorî agahiyên ku mezinekî gundê Koço yê Şingalê dane Rûdawê, ji 1707 zilamên tenê 180 kesan karîn ji komkujiyê rizgar bibin, her wiha 420 zilam jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve komkuj hatine kirin.

Roja îniya borî (15ê Tebaxê) li gundê Koço ku 20 km dûrî bajarokê Şingalê ye û gundên derdorê hemû ereb in, bi dehan zilamên gund ku hemû kurdên êzîdî ne bi hêceta ku nebûne misilman ji aliyê çekdarên DAIŞê ve komkuj hatin kirin.

Mezinekî gundê Koço bi navê Naîf Caso ku şevekî beriya komkujiya Koço çûbû Dihokê ji mirinê rizgar bibûn. Caso li ser komkujiyê ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê destpêkê baş nêzîkî gundiyan bibûn ji wan re xwarin anîbûn, nexweş biribûn nexweşxanê.

Naîf Caso anî ziman ku çekdaran ji ber wê yekê baş nêzîkî gundiyan bibûn ku wan vegerînin ser ola îslamê lê dema zanîn gundî nabin misilman dest bi komkujiyê kirin.

Li gorî agahiyên Caso, cara ewil derdora 105 malbatên gund xwestibûn ji gund birevin lê li nêzîkî Geliyê Qinê û gundê Tilqesebê ku 10 km dûrî Koço ye, çekdarên DAIŞê pêşiya wan girtibûn û 62 zilam ji wan komkuj kirin jin û zarok jî revandin.

Wî mezinê gundê Koço wiha domand: “Hezar jin û zilamên din ên gund jî birin cihekî nediyar. Heta bûyera Şingalê jî me dizanîbû sax in lê niha em nizanin çi hatiye serê wan.”

Naîf Caso, da zanîn ku herî kêm 420 zilam, jin û zarok li gundê Koço ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û wiha got: “Cara ewil hinek komkuj kirin lê 3 kes ji ber ku ketibûn bin cenazeyan rizgar bibûn û reviyabûn çiyayê Şingalê. Cara duyem jî 4 kes ji komkujiyê rizgar bibûn û ji mirinê filitîbûn.”

Caso diyar kir ku ji gundê Koço tenê 180 kesan karîne ji komkujiyê rizgar bibin û bi silametî derbasî bajarê Zaxoyê bibin.

Ji aliyekî din, berpirsê PDKê li Şingalê Qasim Şeşo jî ji Rûdawê re got, li gorî agahiyên ku gihîştine me derdora 1000 kesên gundê Koço zindî ne û niha li Tileferê ne.

Qasim Şeşo da zanîn, çekdaran ji wan re gotine nehêlin balafir li wan bidin da ku ew bikarin wan girtiyan berdin û bi silametî bigihînin cihên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst