Messiyê Bexdayê û yê Barcelonayê digihîne hev

Hîwa Selah Xeyrî

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê sînemayî yê kurd Sehîm Umer Xelîfe heta niha beşdarî çendîn festîvalên sînemayê yên navdewletî bûye û çendîn xelat jî weke baştirîn derhêner wergirtine. Navborî ji Rûdawê re got ku lîstikvanê arjantînî yê Barcelonayê Lionel Messi jî ji fîlmê wî matmayî maye.

Sehîm Umer wek xortekî kurd bûye hogirê hunera heftem û ji çavê biçûk jê zûma kameraya xwe êş û azara gelê xwe dixe ber çavên cihanê. Ew ji bajarê Zaxoyê ye, ku sînema jî lê nebû. Lê dîsa jî ew dibe evdalê sînemayê û ji ber hezkirina vê hunerê ew ji bo xwendinê berê xwe dide Belçîkayê. Li wir jî bi awayekî akademîk beşa sînemayê dixwîne.

Xaka pehlewanan tê xelatbaran kirin

Sehîm bi fîlmê Xaka pehlewanan li navendên sînemayê yên cihanî binavûdeng dibe. Di vî warî de wî ji Rûdawê re ragihand ku "fîlmê Xaka pehlewanan sala 2011ê hat kişandin. Bi vî fîlmî em beşdarî festivala Berlînê jî bûn. Fîlm berhemeke hevbeş bû di navbera Kurdistan û Belçîkayê de. Lê pereyên projeyê ji aliyê hikûmeta Belçîkayê ve hatibûn dabînkirin. Vî fîlmî heta niha 23 xelat wergirtine. Ev jî yekemîn fîlmê kurdî-belçîkî ye ku xelatan werdigire." Wênegirtina fîlm jî li Zaxoyê bû. Karên wî yên teknîkî jî ji aliyê stafeke belçîkî ve pêkhat.

"Messiyê Bexdayê"

Fîlmê "Messiyê Bexdayê" piştî Xaka pehlewanan herî zêde deng veda. Sehîm Umer derbarê vî fîlmî de got: "Fîlmê Messiyê Bexdayê bi hevbeşiya hikûmetên Îmaratê û Belçîkayê hatiye amadekirin. Ev fîlm behsa xewna zarokekî xwedî pêdawîstiyên taybet dike, ku dixwaze di qerebalix û nerêkiya Bexdayê de arezûyên xwe bi cih bîne. Ew jî dîtina lîstikvanê arjantînî Lionel Messi ye." Dîmenên vî fîlmî li bajarokê Zaxoyê û  Rebîe hatin kişandin. Ev film jî heta niha beşdarî çendîn festivalên cihanî bûye û çendîn xelat jî wergirtine.

Sehîm dibêje ku ew dikare xewna vî zarokî bi cih bîne: "Ji ber ku ev fîlm bû cihê danûstandina pirraniya kanalên ragihandinê. Herwiha bû manşeta sereke ya pirraniya rojnameyên werzişê yên Spanyayê. Lewma bi rêya çend kanalên ragihandinê yên cihanî re, piştre bi rêya kompanyaya Asiacell û kompanyayeke qeterî ev kur û bavê xwe çûne cem Lionel Messi yê rastî.  Diyar e ku wî jî fîlm dîtiye. Gellekî matmayî bû bi aktorê sereke yê vî fîlmî, yê bi navê Elî el-Zeydawî. Piştre ev xewna wî bi cih hat ku karîbû vî lîstikvanê cihanî bibîne."

Fîlmê Messiyê Bexdayê heta niha 5 xelat wergirtine, 3 xelat jî weke baştirîn fîlm. Herwiha piştî heftiyekê li ser malpera YouTube, bêhtir ji yek milyon kesî li vî fîlmî nêrîne.

Diviyabû bi lingekî be û Ereb be jî

Sehîm dibêje ku di dîtina aktorên vî fîlmî de wî zehmetiyeke mezin dîtiye: "Em gellekî westiyan heta ku me ev aktor dît. Bêhtirî 6 mehan em li aktor geriyan. Dawiyê de em ji dîtina aktorê sereke pirr bêhêvî bûn. Ji ber ku gellek merc hebûn ku divayabûn di vî aktorî de peyda bibin. Diviyabû ku temenê wî di navbera 9-11 salan de be, tew bi lingekî be û Ereb be jî. Lê piştre me Elî li Bexdayê dît."

Fîlmê siberojê li ser Zagros e

Sehîm Umer herwiha diyar kir ku ew niha bi fîlmekî dirêj re mijûl e ku wê 2 seetan dirêj be: “Senaryoya wî bi dawî bûye. Me pereyên senaryoyê wergirtin. Ev fîlm behsa kurekî dike ku navê wî Zagros e û ku diçe Ewropayê. Dixwaze kultûra xwe biguhere. Lê nikare. Herwiha ligel vê jî ez bi kurtefîlmekî mijûl im, ku di vê demê de dest bi wênegirtina wî dibe. Li ser budçeya rêveberiya sînemaya Hewlêrê tê çêkriin. Navê kurtefîlm jî ‘Nêçîrvanekî xirab’ e."

Sehîm kî ye?

Sehîm Umer Xelîfe sala 1980yî li derdora Zaxoyê jidayik bû. Li Zaxoyê xwendina seretayî û amadeyî bi dawî kiriye. Sala 2000î beşê jimêryariya peymangeha teknîkî ya Duhokê bi dawî dike û sala 2001ê berê xwe dide Belçîkayê û li wir dibe penaber. Sala 2004ê jî li zanîngeha Sint-Lukas dest bi xwendina sînemayê kir.

Di 2009ê de wî bawernameya masterê di warê deranîna sînemayê de wergirt. Nameya mastera wî fîlmekî bi navê Nan bû, ku xelata baştirîn fîlmê xwendekarên Belçîkayê wergirt. Nirxê wê xelatê jî 60 hezar Euro bûn.