ÇIYAYÊ AGIRIYÊ- Banga jîngehparêzan: Bila Gola Wanê pîs nebe
Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek ji endamên Komeleya Gelî û Xwezayê ya Wanê û jingehparêz ji bo balê bikşînin ser parastin û paqijhiştina Gola Wanê hilkişiyane serê Çiyayê Agiriyê.
Çiyayê Agiriyê çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye yek ji navendên girîng ên geştiyariyê ye.
Koma derketiyê ser çiyê ji 9 kesan pêk hatiye û piştî 3 rojan ji hilkişandin û bêhnvedanê gihîştin lûtkeya Çiyayê Agiriyê.
Bilindahiya Çiyayê Agiriyê zêdetirî 5 hezar metreyan e.
Serokê Komeleyê dîmenên wê geştê ji Rûdawê re şandine û têde diyar dibe ku wan çiyageran li lûtkeya çiyê, pankartek bilind kirine û li ser nivîsîne "Bela Gola Wanê pîs nebe, paqij bimîne".
Bê guman derketina lûtkeya Çiyayê Agirî xewn û xeyala hemû çiyagera ye û ev grûp bi pêkanîna wê xewnê kêfxweş bûne.
“Em bi ser ewran ketine”
Serokê Komeleya Vadi Doga ya Wanê Omer Demez ji ser lûtkeya çiyê wiha got:
"Ji serê Çiyayê Agiriyê silav ji bo her kesî. Em bi ser ewran ketine.
Çiyayê Agiriyê li pişta min e. Gelek werzivşan û geştyar hatine vê derê. Çiyayê Agirî gelekî xweşik e. “
Li lûtkeyê pankarta "Bila Gola Wanê qirêj nebe, paqij bimîne" hat vekirin û daxwaz hat kirin ku bo Gola Wanê welatî hişyar bin.
Jingehparêzên beşdarî meşê bûbûn kêfxweşiya xwe anîn ziman ku bo wan derketina lûtkeya Agirî wek xeyalekê bû.
“Min xeyala xwe pêk anî”
Jingehparêzê ji Wanê yê bi navê Bahattin Yavuz jî wiha got:
“Xeyala min ew bû ku ez rojekî derkevim ser Çiyayê Agiriyê. Min xeyala xwe pêk anî.”
Her wiha çiyagerê ji Ruhayê Fadil Baran jî wiha got:
"Geşteke xweş bû, ji bo xizmeta komeleyê jî sipas dikim.
Ez di wê baweriyê de me ku divê hemû jingehhez serdana Çiyayê Agiriyê bikin, hest û bîranîneke xweş bû bo min."
Komeleya Kulûba Werzişê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê, Nîsana 2012an bi armanca werziş û geştên xwezayî hatiye avakirin.
Komele li herêmên geştyarî û xwezayî yên Bakurê Kurdistanê geştan dike û wan herêman dide nasîn.
Ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çiyager, werzişvan û jîngehparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.