Li Dêrsimê çalakiyek li hemberî ‘yasaya kuştina’ kuçikan hat kirin

2 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Komeleya Parastina Ajelan Kuştina Kuçikan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Komeleya Parastina Ajelan derbarê yasaya kuştina ajelên kolanê de nerazîbûna xwe nîşan da.

Komeleya Parastina Ajelan a Dêrsimê duh li Qada Seyîd Riza daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Seroka komeleyê Ezgi Doganê daxuyanî xwend û amaje bi wê yekê da ku di zêdebûna ajelên kolanê de sedema sereke çewligên berhemanînê ne û desthilata ku ceza nedaye saziyên pêwendîdar.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di mijarê de nêrîna rêxistinên civaka sivîl nehatiye girtin û bê ku komîsyona lêkolînê bê avakirin yasa hatiye amadekirin.

Komeleyê bi girseyî nerazîbûna xwe nîşan da û piştî daxuyaniyê belav bû.

Li gorî amarên Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyê li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 4 milyon kuçikên berdayî hene.

Komelaya Parastina Mafê Jiyanê û Kolanên Bi Ewle jî di raporeke xwe de dibêje 2 salên dawî 50 jê zarok bi giştî 107 kesan di êrişa kuçikên berdayî de canê xwe ji dest daye.

Hikûmet dixwaze bi yasaya nû rewşa kuçikên li kolanan kontrol bike û di bin navê razandinê de hinek ji wan bên kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst