Li Qamişloyê ji ber zêdebûna otombîlan pirsgirêkên trafîkê çêdibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê hejmara otomobîlan gelekî zêde bûye lê cade wekî xwe teng mane û ew jî dibe sedema qelebalixiyê.

Niha li nav bajarê Qamişloyê kîzeke trafîkê ya bê mînak çêbûye.

Berpirsên Rêveberiya Çûn û Hatinê ya Rêveberiya Xweser sedema vê yekê vedigerînin cadeyên teng û hejmara zêde ya otomobîlan.

Hevserokê Rêveberiya Çûn û Hatinê ya Rêveberiya Xweser Hesen Mihemed got:

"Bê guman sedema qerebalixiya otomobîlan li navçeyê ku berî destpêka şoreşê 2011an ev yek nebû.

Lê piştre hejmareke zêde ya otomobîlan derbasî navçeyê bûn, bi awayekî bêserûber, di demekê de ku jêrxana navçeya Cizîrê nikare vê hejmara zêde ya otomobîlan vehewîne.

Lewra hejmara zêde ya otomobîlan û cadeyên teng û nebûna garajan bûne sedema qerebalixiyeke zêde û derketina krîza trafîkê."

Pêwîstî bi planeke nû ya ji bo cade, garaj û piran heye

Bi nerîna berpirsên Rêveberiya Çûn û Hatinê ya Rêveberiya Xweser ji bo krîza trafîkê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bê çareserkirin divê planeke nû bo cade, pir û geracan bê dîzaynkirin.

Hesen Mihemed herwiha got:

"Çareserî ew e ku divê garaj bên avakirin, li her bajarekî gelek bên çêkirin û li bin piran jî tunêl hebin.

Bi vî awayî wê krîz hêdî hêdî çareser bibe, ji ber niha ne li Qamişlo û ne li Dêrikê û ne li Amûdê cihekî vala nîne bibe garaj, lewra çareserî divê garaj bên çêkirin."

Bi nerîna welatiyan sedema sereke ya krîza trafîkê di warê dîzaynkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê de ye û kesên dîzayner pirsa hejmara zêde ya otomobîlan li ber çav negirtine.

Niştecihê Qamişloyê yê bi navê Xelîl jî got:

"Krîza trafîkê ew e ji ber di dîzaynkirina bajar bi xwe de cade teng in.

Ne wekî cadeyên bajarên Sûriyeyê Şam, Heleb û Himsê ne, ji ber cadeyên serekî yên wan bajaran dualîne di demekê de Qamişlo li ser yek cadeyê hatiye dîzaynkirin.

Niha rêveberiyê cadeya ku diçe Meydana Sebi Behrat kiriye dualî lê ev cadeya şaredariyê qet nabe dualî.

Berfirehkirina cadeyan gelekî baş e lê zêde zehmet e, ji ber dikan zêde nêzîkî hev in û cade jî tenê 10 metre ne , zehmet e bibe dualî, niha tenê avakirina garajan li derveyî bajaran krîza trafîkê çareser dike."

Her du bajarên mezin ên Rojavayê Kurdistanê Qamişlo û Hesekê serdema kolonyalîzma Fransayê di salên bîstan ên sedsala bîstan de hatine dîzaynkirin, piraniya cadeyên li nav her du bajaran jî yek alî ne, hikûmetên Sûriyeyê jî di 50-60 salên piştî serxwebûnê û heta berî şerê navxwe de ti pêşxistinek di jêrxana çûn û hatinê de li her du bajaran nekirine.