Tê pêşbînîkirin li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê pêşbînî dike li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare.

Baran dê du rojan berdewam bike.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pêşbîniya xwe ya keş û hewayê ya îro belav kir.

Li gorî pêşbîniyê  Rêveberiya Keşnasiyê li 18 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Heşt ji wan parêzgehan ên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gor Rêveberiya Keşnasiyê tê pêşbînîkirin li Dêrsim, Agirî, Îdir, Qers, Erdexan, Erzîngan, Erzerom û Mereşê baran bibare.

Li wan 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê di navbera 33-38an de ye û barîna baranê bandoreke zêde li daketina pileya germê nake.

Pileya germê li hinek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê li gorî hefteya borî bilindtir e û di navbera 38-42 pileyan de ye.

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Keşnasiyê, barîna baranê îro dest pê dike û heta 20ê Tîrmehê berdewam dibe.