Li Dêrsimê agir bi axûrê ket: 16 dewar mirar bûn

Dêrsim (Rûdaw) – Li Dêrsimê pêşî agir kadinê ket û paşê bi axûrên dewaran ket.

Di şewatê de 16 dewar mirar bûn û 18 dewar jî birîndar bûn.

Li gundê Qeceranê yê navçeya Pêrtagê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê agir bi axûrên gundiyan ket.

Di encamê de zerera madî çêbûye.

16 dewarên gundiyan mirar bûn û 18 dewar jî birîndar bûn.

Xwediyê dewaran Sultan Haydaroglu got:

“Mal û milkê min û heywanên min, banê mala min û kadîna min nema.

Zarokên min gelek ked dane, bila ez bimiriyam lê bila keda zarokên min wisa neçûya.”

Li ser agahdarkirinê 2 makîneyên TOMAyê çûn cihê bûyerê û wan bi ava şid midexaleya agir.

Bi beşdarbûna welatiyan jî di nav demjimêrêkê de agir hat kontrolkirin.

Şahidê bûyerê Murat Bul jî got:

“Ji ber agir gelek dewar fetisîn û şewitîn.  Gundî ji bo vemirandina agir kom bûn lê ji ber ku agir pir mezin bû nekarîn vemirînin.

Em difikirin ku agir ji ber elektrîkê derketiye. Zerer û ziyan gelekî zêde ye.”

Piştî bûyerê tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ji bo tespîtkirina zererê dest bi kar û xebatê kir.

Hinek ji ajelên birîndar hatin serjêkirin.

Herwiha tîmên pêwendîdar hinek dewar jî ji bo dermankirinê veguhestin veterîneriyê.