Qesra Spî: Testa Covid-19yê ya Biden pozîtîf derket

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ameîrka Joe Biden Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qesra Spî ragihand ku testa Covid-19yê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden pozîtîf derket.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierreyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat gotin Biden berê aşiya Covid-19yê li xwe xistibûye, ji ber vê nexweşiya wî sivik e û ew dê li Delawareyê îzole bimîne.

Biden piştî çalakiya li Las Vegasê test daye kirin û testa wî ya Covid-19yê pozîtîf derketiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Biden dê li Delawareyê wezîfeya xwe bidomîne û Qesra Spî jî dê derbarê rewşa Serok a rojane de her tim agahiyan parve bike.

Nivîsa doxtorê Biden jî hat parvekirin.

Di nivîsê de hat gotin ew ji ber enfeksiyona qirikê hatiye, agirê wî û nebza wî normal e, Biden "Paxlovîd"ê bi kar tîne û ew dê ji civakê dûr bisekine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst