Tirkiyeyê li Şêladizê êriş kir: Welatiyek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Şêladizê ya Dihokê di bombebarana Tirkiyeyê de welatiyek hat kuştin.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Tirkiyeyê li nahiyeya Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê êriş kir.

Kameran Usman diyar kir ku di encama êrişa Tirkiyeyê de kesekî canê xwe ji dest da.

Kesê hatiye kuştin navê wî Usman Ruştî ye.

Herwiha welatiyê bi navê Faxrî Xelîl ku pismamê kesê hatiye kuştin ji Rûdawê re diyar kir Usman Ruştî di bombebarana Tirkiyeyê li nêzîkî gundê Xastûyê hatiye kuştin.

Hat zanîn ku Usman Ruştî 32 salî ye.

Êrişên Tirkiyeyê li herêma Amêdiyê ya Dihokê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê berdewam dike.

Berpirsê CPTyê Kameran Usman li ser bandora şer ji Rûdawê re axivî.

Kameran Usman eşkere kir ku ji 15ê Hezîranê heta 15ê Tîrmehê leşkerê Tirkiyeyê 381 caran Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran kiriye.

CPT bi taybet li ser êriş, topbaran û bombebaranên Îran û Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê kar dike.

Li gorî rapora  CPTyê 339 êrişên vê mehê bi balafiran, 35 bi rêya topxaneyan û 7 êriş bi rêya dronan bûye.

Kemeran Usman da zannîn ku 289 êriş li Dihokê û 48 êriş  li Hewlêrê û 43 êriş jî li nav axa Silêmaniyê hatine kirin.