Qamişlo- Hejmara otomobîlan zêde ye lê cade û rê teng in

1 demjimêr berê
Otomobîlên li cadeyên Qamişloyê \ Wêne: Medyaya Rêveberiya Xweser
Otomobîlên li cadeyên Qamişloyê \ Wêne: Medyaya Rêveberiya Xweser
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Hesen Mihemed Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji sala 2011an bi hezaran otomobîl derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne hejmara otomobîlan zêde bûye lê cade û rêyên bajaran teng in.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Çûn û Hatinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê sedema vê yekê cadeyên teng û hejmara zêde ya otomobîlan e.

Hevserokê Rêveberiya Çûn û Hatinê ya Rêveberiya Xweser Hesen Mihemed li ser pirsgirêkên trafîkê wiha got:
“Bê guman beriya şoreşê sala 2011an de ew qas qerebalixiya otomobîlan nebû lê piştre bi awayekî bêserûber hejmareke zêde ya otomobîlan derbasî herêmê bûn.

Di dema jêrxana herêma Cizîrê nikare vê hejmara zêde ya otomîbîlan vehewîne.

Lewre hejmara zêde ya otomobîlan û cadeyên teng û nebûna geracan bûne sedema qerebalixiyeke zêde û derketina krîza trafîkê.

Bi nerîna berpirsên Rêveberiya Çûn û Hatinê ya Rêveberiya Xweser da ku krîza trafîkê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bê çareserkirin divê jêrxaneyeke nû ji bo cade, pir û geracana bê dîzaynkirin.

“Divê garac bên avakirin”

Hesen Mihemed di berdewamiyê jî de behsa çareseriyan kir wiha got:

Çareserî ew e divê gerac bên avakirin û li her bajarekî pir bên çêkirin û li bin piran jî tonêl hebin, bi vî awayî wê krîz hêdî hêdî çareser bibe.

Ji ber niha ne li Qamişlo û ne li Dêrikê û ne li Amûdê cihekî vala nîne bibe gerac, lewra çareserî divê gerac bên avakirin.”

Li gorî nerîna welatiyan sedema serekî ya krîza trafîkê di warê dîzaynkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê, de ye.
Dîzayner û muhendisan hejmara zêde ya otomîbîlan li ber çav negirtine.

“Cadeyên bajêr teng in”

Şêniyê bi navê Xelîl ê ji Qamişloyê li ser rewşa bajêr wiha got:

“Krîza trafîkê ew e ji ber di dîzaynkirina bajar bi xwe de cade teng in. Ne wek cadeyên bajarên Sûriyê Şam, Heleb û Himsê ne, ji ber cadeyên serekî yên wan bajaran dualî ne.

Berfirehkirina cadeyan gelekî baş e lê zêde zehmet e, ji ber dikan zêde nêzîkî hev in  û cade jî tenê 10 metre, zehmet e bibe dualî.

Niha tenê avakirina geracan li derveyî bajaran krîza trafîkê çareser dike.”

Herdû bajarên mezin ên Rojavayê Kurdistanê Qamişlo û Hesekê serdema Kolonyalîzma Fransayê di salên bîstan ên sedsala 20an de hatine dîzaynkirin. Piraniya cadeyên li nav her du bajaran jî yekalî ne.

Di dema hikûmetên Sûriyeyê di 50-60 salên piştî serxwebûnê û heta berî şerê navxwe ti pêşxistinek di jêrxana çûn û hatinê de li her du bajaran ne kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst